Dezgeha hilbijartinan ya PDKê: Tu guhertinekê di deng û hejmara kursiyên xwe de qebûl nakin

17 November 2021 13:04 0 dîtin
Dezgeha hilbijartinan ya PDKê: Tu guhertinekê di deng û hejmara kursiyên xwe de qebûl nakin

PeyamaKurd – Dezgeha hilbijartinan ya PDKê di derbarê guhertina dengên hilbijartinan de diyar kir, tu guhertinekê di deng û hejmara kursiyên xwe de qebûl nakin.

Berpirsê pişka hiqûqî li dezgeha hilbijartinan a PDKê Hawar Mihemed daye zanîn, ev çend roj in ew li Bexdayê ne û çavdêriya hejmartina dengan bi dest dikin.

Hawar Mihemed herwiha eşkere kiriye, bi qasî wan çavdêrî kiriye dubare hejmartina dengan nabe sebeba guhertina encamên hilbijartinan, ji ber wê jî eger guhertinek çêbibe ew qebûl nakin.

Wî berpirsê dezgeha hilbijartinan ya PDKê destnîşan kiriye, eger guhertinek çêbibe jî wê çaxê yan di bin fişarê de çêbûye yan jî bi zora dirav û bertîlê çêbûye!

Piştî ragihandina encamên hilbijartinên giştî yên Iraqê, hinek aliyan gilî kiribûn ji ber wê jî komîsyona hilbijartinan ya Iraqê biryar dabû dengên hinek deveran bi dest bên hejmartin, ji ber ku dengdan elektironîk bû.

PDKê di hilbijartinên roja 10 Cotmeha îsal de 33 kursiyên Parlamentoya Iraqê bi dest anîbû.