Dezgeha rewsenbîrî û medyayî ya PDKê: Lazim bû li sûna wî zimanê lerzok, spasiya gelê Kurd bikin
PeyamaKurd - Dezgeha rewşenbîrî û medyayî ya PDKê bersiva serokê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nesrulla da ku zêdegavî li Serok Mesûd Barzanî kiribû.
Bertek û nerazîbûn li dijî serokê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nesrulla didomin ku zêdegavî li Serok Barzanî kiribû. Dezgeha rewşenbîrî û medyayî ya PDKê jî bi daxuyaniyeka nivîskî bersiva wî da û ragihand:
“Wisa xuya dike Hesen Nesrulla bi nefseka lerzok êrişî rêberê Kurdistanê Serok Barzanî kiriye. Serok Barzanî bo aşitiya cîhanê û xoşguzeraniya tevahiya gelên Rojhilata Navîn, bi alîkariya gelê Kurdistanê û pêşmergeyên qehreman, efsaneya DAIŞê şikand.”
Di wê daxuyaniya PDKê de her wiha hatiye gotin ku lazim bû Hesen Nesrulla li şûna wî zimanê lerzok, spasiya gelê kurd kiriba ku mezintirîn gelê mezlûm e li Rojhilata Navîn ku bo azadî û aşitî û mirovahiyê xebat kiriye.
Dezgeha rewşenbîrî û medyayî ya PDKê bi tundî gotinên Hesen Nesrulla şermezar kiri û got, tu ne di wê astê de yî ku bikaribî bo veşartina şikestên xwe xetekî li ser wê pêşerojê de bikşînî ku Serok Barzanî di qonaxa çiya û bajêr de wek rêberê miletekî, asoyek geş bo miletekî mezlûm mîna gelê Kurdistanê li Rojhilata Navîn afirandiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin