Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bo alîkariyan li Beyrûdê ye: 24 Kurd jî birîndar bûne
PeyamaKurd - Hat zanîn ku di teqîna Beyrûdê de, 24 Kurdên piraniya wan ji Rojavayê Kurdistanê jî birîndar bûne. Herwiha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî jî li Lubnanê alîkariyan pêşkeşî xelkê Beyrûdê dike.
Nûnerê Partiya Rizgarî ya Kurdî li Beyrûdê Îbrahîm Ferho li cihê teqînê ji K24ê re ragihandiye ku di encama teqînê de û li gorî zanyariyan wan, 24 Kurd (piraniya wan Kurdên Rojavayê Kurdistanê ne) birîndar bûn û rewşa tendirustiya birîndarekî jî giran e.
Herwiha Ferho da zanîn ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî jî ji bo pêşkêşkirina alîkariyan li Beyrûdê ye û got: "Bi hatina Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî re, serê me gelekî bilind bû ku hatiye alîkariyan pêşkêşî gelê Libnanê dike."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin