Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî karwanekî din ê alîkariyan gihand Rojavayê Kurdistanê

15 January 2020 12:04 0 dîtin
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî karwanekî din ê alîkariyan gihand Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd -  Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî heftemîn karwana alîkarî gihand koçberên Rojavayê Kurdistanê.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî duhî heftemîn karwana alîkariyên mirovî gihand Rojavayê Kurdistanê. Ew alîkarî bi ser hezar û sed malbatên ku li kampa Waşokanî ya bajarê Hesekê de dimînin, hat belavkirin.

Alîkariyên ku ji pêdiviyên zivistanê û kel û pelên tenduristiyê pêk dihat, bi hevkariya Hevya Sor ya Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê li koçberan hat parvekirin.

Nûnerê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Ewropa, Awat Mistefa daxwaz ji sazî û dezgehên xêrxwazî û mirovî yên biyanî kir ku vegerin Rojavayê Kurdistanê û alîkariya koçberan bikin.

Awat Mistefa her wiha got, eger ew nikarin vegerin bila alîkariyên xwe bi rêka Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bigihînin koçberan.