Di 24 sietan de li 13 parêzgehan, Talîban û artêsa Afxanistanê ser dikin

24 July 2021 17:31
Di 24 sietan de li 13 parêzgehan, Talîban û artêsa Afxanistanê ser dikin

PeyamaKurd – Di nav 24 sietan de di navbera hêzên Talîbanê û hêzên asayîşa hukumeta Afxanistanê de şer derket. Ragihandin ji aliyê wezareta bergiriyê ya hukumeta Afxanistanê de hat kirin.

Li gor wezaretê; di nav 24 sietan de 262 çekdarên Talîbanê hatine kuştin û 176 çekdarên wan birîndar bûne. Li deverên şer derketiye gelek sîlih, muhîmmat û 21 bopmbeyên bo teqandinê amade bidest ketine.

Wezaret, fermanê daye da ew navçeyên di bin kontrola Talîbanê de ne, heya ji destên wan derxin şer dewam bike.

Heya niha Talîbanê ti agahiyê di derbarê şer de nedaye.