Lavrov: Talîban hêza rasteqîn a li Afxanistanê ye
PeyamaKurd - Piştî ku Nûnerê Taybet ê Afxanistanê yê Serokdewletê Rûsya Zamir Kabulov da zanîn ku Wezareta Dadê û Wezareta Derve, pêşniyara ku Talîban ji lîsta rêxistinên terorî yên qedexekirî bê derxistin li Kremlînê kirine, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî got:
“Talîbanên ku ji ber çalakiyên terorî di dorpêça guvaşên Neteweyên Yekbûyî (NY) de ne, li Afxanistanê hêza herî rasteqîn e. Ji ber vê yekê, hewlên ji bo Talîban ji lîsta rêxistinên qedexekirî bihê derxistin rastiyê nîşan didin.”
Lavrov piştgiriya xwe ya ji bo hewlên derxistina ji lîsta rêxistinên terorî ya Rûsyayê ya Talîbanê destnîşan kir û dom kir: “Ew hêza rasteqîn in, em, li gel hevpeymaniyên xwe yên li Asyaya Navîn, Afxanistanê paxav dikin û bêdeng namînin. Ev pêvajo, nişaneya haydarbûna rastiyan e.”
Pêşniyara derxistina ji lîsta terorê ya Talîbanê
Nûnerê Taybet ê Afxanistanê yê Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin Zamir Kabulov, berî çend rojan ragihandibû ku xebatên Wezareta Dadê û Wezareta Derve yên di derbarê rakirina statuya rêxistina terorî ya Talîbanê ji Kremlînê re hatine pêşkêşkirin û gotibû: “Em bi xweşbînî nêzîkî vê mijarê dibin. Ev, pêvajoya pêwîst a beriya nasîna rêveberiya Talîbanê ye. Ji ber vê yekê ev mijar tê nirxandin. Hemû hurguliyên ve mijarê ji rêveberiya bilind a Rûsyayê re hatin pêşkêşkirin. Em bende ne ku di vê mijarê de biryar bê dayîn.”
Nûnerê Taybet ê Afxanistanê yê Putin Kabûlov di vê axaftina xwe de her wiha dabû zanîn ku eger heye ku hikûmeta demkî ya Talîbanê ya ku di 2022yan de li Afxanistanê hate damezirandin bê nasîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin