Talîban: Divê welatê dinyayê Afxanistanê nasbikin
PeyamaKurd – Berdevkê Talîbanê û hem cîgirê wezîrê rewşenbiriyê Zebîhullah Mucahîd li navenda çapemeniya hukumetê, civîna çapemeniyê lidarxist. Mucahîd got ku divê Amerîka û temamê welatên dinyayê bi fermî Afxanistanê nas bikin û xwest ku Amerîka ji nûh de konsulxaneya xwe veke.
Mucahîd got ku di hefteya dawiyê de bi rêvebirên welatên weka Rûsya, Îran, Özbekistan, Pakistan û Turkmenistanê re têkilî danîne, pêwendiyên wan yên dîplomatîk baş derbas bûne. Mucahîd weha got:
“Em ji bo ti welatê tehdîd nînin. Li welat asayiş temame. Li gor qanûnan hukumet ava bûye û refaha xelkê başe. Di serî de Amerîka û temamê dinyaye pêdiviya Afxanistanê bi naskirina wan heye. Talîbanê temamê şertên ku bê naskirin yên fermî bicîh anî.
Di serî de bi Amerîka re em dixwazin bi temamê welatê dinyayê re têkiliyên xwe deynin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin