Lavrov û Blinken li ser rewsa Afxanistanê axifîn

16 August 2021 21:49 0 dîtin
Lavrov û Blinken li ser rewsa Afxanistanê axifîn

PeyamaKurd – Wezîrên karên derve yên Rûsya û Amerîkayê Sergey Lavrov û Antony Blinken li ser rewşa dawî ya Afxanistanê bi rêya telefonê axifîn. Wezareta karên derve ya Rûsyayê di ragihandinê de diyar kir ku li ser mijarên piştî serokkomarê Afxanistanê Erşef Xanî ji welat reviya, rewşa Afxanistanê, roxa hukumeta heyî û li ser guherîna rejîmê axifîn. Amerîka li ser tehliyekirina konsulxaneya Amerîkayê ya Kabîlê û tedbîrên sitendine agahî daye Lavrov û weha dewam dike:

“Lavrov jî şiroveyên Rûsyayê yên di derbarê tehliyekirina konsulxaneyê de û di temamê nûner û mîsyonên siyasî yên li Afxanistanê de, bo îstîqrar û nîzamê, pêwendiyên heya niha kiriye, agahî daye Blinken.”

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku her dû wezîr di şertên nû de, bo destpêkirina diyaloga navbera Afxanan, bi Çîn, Pakistan û nûnerên welatên din yên nedamên Neteweyên Yekgirtî  re dê şêwrên wan dewam bike.