Lîderên Afxanî li Pentagonê li ser rewsa dahatûya Afxanistanê axifîn

25 June 2021 23:41 0 dîtin
Lîderên Afxanî li Pentagonê li ser rewsa dahatûya Afxanistanê axifîn

PeyamaKurd – Lîderên Afxanistanê Eşref Xanî, serokê konseyê ya lihevhatina netewî Abdûllah Abdûllah, li Amerîkayê li wezareta bergiriyê Pentagonê bi wezîrê bergiriyê Lloyd Austin re civiyan.

Xanî û Abdûllah, bi serokê Amerîkayê Joe Biden, bi gelek endamên kongreyê û wezîrê bergiriyê Austin re hevdîtinan kirin. Austin, berya civînê ragihand ku Amerîka bo ewlehî, îstîqrara Afxanistanê û bo çareseriyê gelek veberhênanê kirine. Austin weha got:

“Amerîka biryarê daye bo parastina netewî ya Afxanistanê û alîkariya hêzên ewlehiyê bike. Piştî NATO yê dê Amerîka destekê bide Afxanistanê û tekiliyeka nûh ya leşkerî deyne. Em ê dewam bikin da bi artêşa Afxansitanê re hevkariyê bikin lê bi awayeka nûh bikin. Gelkî şaşe ku dibêjin me xelkê Afxanistanê bi tenê hêlaye.”

Serokê Afxanistanê Xanî jî di axaftina xwe de got ku ew derbasî pêvajoyeka dinê ya hevkariya Amerîkayê dibin.