Aktîvîsta Afxanî behsa rewsa Afxanistanê dike

31 December 2022 19:26
Aktîvîsta Afxanî behsa rewsa Afxanistanê dike

PeyamaKurd – Li Afxanistanê piştî Talîbanê qedexeya xwendina bilind ji bo jinan danî, Talîban û rewşa rêvebiriya Afxanistanê car dik ket rojeva dinyayê bê gelo Afxanistan vedigere rojên xwe yên tarî. Rêvebiriya Talîbanê niha bi xwendin û xebata jinan ya di xizmetên tenduristiyê û xidayan de dixwaze wan ji jiyana rojane dûr bixe. Di nav jinan de jineka ku li ser rewşê têdikoşe û doza mafê jina dike Paştana Durraniye ku tevlî bernama CNN ê bû ramanên xwe yên di derbarê qedexeyan û mafê jinan de ragihand. Paştana Durrtaniye dibêje:

“Bi deh hezaran jin karên xwe wenda kirin. Niha li Afxanistanê jinan ji nav xebatê vedikşînin. Dîplomayên jinan betal dikin û nahêlin di rêxistinên civakî û dewletê de bixebitin. Ji aliyê biryarên talîbanê de êdî sal ne ya 1990 e. Dewlet nema tê îdarekirin.

Em ê têkoşîna xwe bidin û planên me hene. Eger ev nebû planeka dinê. Em bang li dinyayê dikin ku destekê bidin me û zorê bidin Talîbanê.”