Pentagonê 8.500 leskerên xwe xist rewsa amadekariyê
PeyamaKurd – Berdevkê wezareta bergiriyê yê Pentagonê John Kirby, ragihand ku ji bo krîza Ûkraynayê, ji bo rewşekî jinîşka de çêbibe û ji bo hêza NATO yê ya muqabeleyê destek bike, 8.500 leşkerên xwe xist rewşa amadekariyê.
Gengeşa navbera Rûsya û Ûkraynayê ji ber Rûsya leşkerên xwe li ser sînor kom kiriye, li hemberê wê Amerîka ji bo hêzên NATO yê, yên rojhilat xwurt bike, planan çêdike. Kirby, di civîna çapemeniyê de ragihand ku Rûsya gengeşa li ser sînor germ dike û weha got:
“Li ser fermana serok û li ser şîreta wezîr Austin, Amerîka ji bo artêşê li hundir û derveyê welat bixe teyaqûzê, gavan avêt. Eger tevgerekî bibe, desteka hêzên NATO di nav de, amadene ku bersiva rewşên ji nîşka de derên, bidin. Me 8.500 leşkeran amade kiriye û di rojên pêşiya me de, em ê li gor biryaran, hûrahiya mijarê bidin.”
Berdevk Kirby got ku ev leşker dibe ji Amerîkayê an ji herêmê bên şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin