Îsraîl li avahiya leskerên xwe yên li Xezzeyê bi cih bûne xist
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê di êrîşa hewayî ya li ser Şerîda Xezzeyê da "ji ber xeletiyeke teknîkî" li avahiya eskerên wan lê bi cih bûne xist.
Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, di êrîşa hewayî ya li ser herêma Xan Yûnis a Xezzeyê de, bombeyek li avahiya ku leşkerên Îsraîlê lê bi cih bûne, "ji ber xeletiyeke teknîkî" ket.
Di êrîşê de leşkerekî Îsraîlê jiyana xwe ji dest da û 3 jê giran 6 leşker jî birîndar bûn.
Baskê çekdar ê Hamasê Tûgayên Îzedîn El-Qassam di 7ê Cotmeha 2023an de bi navê "Tofana Eqsayê" êrîşeke berfireh li dijî Îsraîlê pêk anî. Li gorî agahiyan, di êrîşan de zêdetirî 1400 Îsraîlî hatin kuştin.
Eşref el-Qudrayê Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê di daxuyaniya xwe ya 17ê Tebaxê da diyar kiribû ku hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê de mirin derket 40 hezar û 74an û hejmara birîndaran jî derket 92 hezar û 537an.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin