Reuters: Leskerên Îsraîlî 25 kîlometran nêzî Samê bûne

10 December 2024 14:30 0 dîtin
Reuters: Leskerên Îsraîlî 25 kîlometran nêzî Samê bûne

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku leşkerên îsraîlî yên li Sûriyeyê bi pêş ve diçin, nêzî Şamê dibin.

Piştî ku Îsraîlê herêmeke tampon li başûrê Sûriyê bi dest xist û tevahiya şevê dest bi êrîşên asmanî li ser artêşa Sûriyê û baregehên esmanî kir, çavkaniyên ewlekarî yên Sûriyê îro ragihandin ku operasyona leşkerî ya Îsraîlê li dijî Sûriyê 25 kîlometran nêzî başûrê rojavayê Şamê bûye.

Operasyona leşkerî ya Îsraîlê li dijî Sûriyeyê piştî 2 rojên rûxandina birûskê ya rêveberiya Beşar Esed ji aliyê opozîsyonê ve hat.

Jêderekî ewlekariyê yê sûriyî ragihand ku leşkerên îsraîlî gihiştine Qetana, 10 kîlometran di nava axa Sûrîyê de, li rojhilatê devera bêçekbûyî ya ku bilindahiyên Golanê yên di bin dagirkeriya Îsraîlê de ji Sûriyê vediqetîne. Artêşa Îsraîlî red kir ku şirove bike.

Îsraîlê ragihandibû ku ew ê midaxeleyî pevçûnên li Sûriyeyê nekin û desteserkirina herêma tampon, bi tenê pêngaveke parastinê ye.

Misir, Qeter û Erebîstana Siûdî êrîş şermezar kirin. Erebistana Siûdî da zanîn ku ev tevger dê ”Şensê Sûriyeyê ji bo vegerandina li ewlekariyê wê têk bibe.”

Jêderên ewlekariyê li herêmê û efserên artêşa Sûriyeyê ya niha hilweşiyayî diyar kirin ku êrîşên asmanî yên tund yên Îsraîlê li dijî navendên leşkerî û baregehên asmanî li Sûriyeyê tevahiya şevê berdewam bûn û bi dehan helîkopter û firoke û herwiha mal û milkên pasdarên Îranê li Şamê û derdora wê, wêran bûne.

Hat diyarkirin ku di 200 êrîşan de tu çek û cebilxaneyên artêşa Sûriyeyê nemaye.

Îsraîlê diyar kir ku êrîşên asmanî wê bi rojan dewam bikin, lê ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re got ku ew midaxeleyî şerê li Sûriyeyê nake. Karbidestên îsraîlî got ku ew “tedbîrên sînordar û demkî” tenê ji bo parastina ewlehiya Îsraîlê ye.