Siyasiyên berê yên Afxanistanê bi Talîbanê re hevdîtin kirin
PeyamaKurd – Serokkomarê berê yê Afxanistanê Hamîd Karzaî, serokê konseya bilind ya lihevkirinê Abdûllah Abdûllah bi rêvebirên Talîbanê re civiyan û Abdûllah ragihandinê di ser hesabê xwe yê Facebookê de kir.
Abdûllah ragihand ku Hamîd Karzaî, Şahabeddîn Dîlawer, Abdulselam Rehman Hanefî, Xayrûllah Xayirxax û kesên weka Abdulrahman Fîda bi lîderên Talîbanê re hevdîtin kirine, li ser ewlehiya giştî û rewşa siyasî axifîne. Navên rêvebirên Talîbanê ew kesin ku ji baregeha siyasî yên Talîbanê ne.
Talîbanê ragihand ku dê di nêz de hukumeta nû ragihînin û hem di 18 ê tebaxê de bi siyasiyên berê yên Afxanistanê re civîn kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin