Îran: Bi aliyên Talîbanê re hevdîtin hat kirin
PeyamaKurd- Wezîrê Karên Navxweyî yê Îranê Ehmed Wehîdî diyar kir ku piştî pevçûnên li ser sînor, bi rayedarên Talîbanê re hevdîtin hatiye kirin û pirsgirêkên heyî hatine çareserkirin.
Wehîdî, ji televîzyona fermî ya Îranê re axivî û pevçûna duh a li ser sînorê nêzî Qereqola Sasulî ya navçeya Hirmand a parêzgeha Sîstan Belûçîstanê ku di navbera pasdarên Îranê û hêzên Talîbanê de çêbûbû, nirxand.
Ehmed Wehîdî diyar kir ku di şer de bersiva pêwîst ji bo hêzên Talîbanê hatiye dayîn û di dewama nirxandinên xwe de wiha got:
“Pevçûneke demkurt rû da. Bi aliyê Talîbanê re hevdîtin hatin kirin, pirsgirêk hatin çareserkirin. Niha tu pirsgirêk tuneye. Sînor aram û vekirî ye.”
Îranê duh ragihandibû ku di şer û pevçûnên li ser sînorê di navbera pasewanên sînor û hêzên Talîbanê de 2 pasdarên Îranê hatine kuştin.
Li aliyê din Talîbanê ragihandibû ku di şer de endamekî wan hatiye kuştin û aliyan hev û din bi destpêkirina pevçûnê tawanbar dikir.
Di van rojên dawî de ji ber parvekirina ava çemê Hilmend di navbera Îran û Talîbanê de alozî derketiye.
Di dema ku rêveberiya Talîbanê amaje bi wê yekê dike ku ji ber ziwabûna li herêmê ava bendavên ser çemê Hilmend kêm bûye û ji ber wê jî av nagihe Îranê, Îran diyar dike ku divê şandeke teknîkî serdana bendavan bike û vê rewşê piştrast bike.
Piştî ku Talîban li Afganîstanê bû desthilatdar, dem bi dem di navbera leşkerên Pakistanî û Îranî û hêzên Talîbanê de şer û pevçûn diqewimin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin