Artêsa Iraqê ji 3 parêzgehan vekisiya

12 December 2022 16:44
Artêsa Iraqê ji 3 parêzgehan vekisiya

PeyamaKurd Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihand, li ser talîmata serokwezîr wê yekîneyên artêşê ji navendên parêzgehên Wasit, Dîvaniye û Musenna vekişin û ewlehiyê radestî hêzên polîs bikin.

Berdevkê Fermandehiya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Serleşker Tehsîn Hefacî diyar kir, hêzên leşkerî li gorî plansaziya diyarkirî wê vekişin.

Serleşker Hefacî da zanîn, hêzên artêşê wê li baregehên ku li ser sînorên parêzgehê bên avakirin de bimînin û eger rewşên nexwestî çêbibin jî wê amade bin ji bo bersivdayînê.

Di salên borî de hêzên artêşê ji ber nebûna jêrxane û xizmetguzariyan, bêkarî û hejariyê, ji bo tepeserkirina xwepêşandanên parêzgehên naverast û başûrê Iraqê derbasî navendên bajaran bûn.