Artêsa Iraqê Singal ji Hesda Sebî re hist û vekisiya
PeyamaKurd - Çavkaniyekê ji nava artêşa Iraqê ragihand ku ew hêzên artêşa Iraqê yên ku hatibûn Şingal û sînorê Sûriyê ji Van deveran vekişiyan.
Efser ji artêşa Iraqê Sedo Ehmed ji malpera PDKê re ragihand: “Ew hêzên artêşa Iraqê yên ku hatibûn Şingal û sînorê Sûriyê hemû vekişiyane û ew navçe radestî Heşda Şeibî û pasevanên sînor hatine kirin.”
Wî efserî wiha got: “90 otomobîlên mezin ên leşkerî ku ser bi artêşa Iraqê ve ne ji sînorê Iraq û Sûriyê vekişyane û ber bi navenda Kendî ya Mûsilê ve çûne û navçe bo Heşda Şeibî hatine kirin.”
Ev pêngava artêşa Iraqê di demekê de ye ku hêz û şêwirmendên Amerîka li nêzîkî Şingalê navendeke leşkerî vedikin û çavdêr dibêjin armana Amerîka ew e ku rêgiriya li Heşda Şeibî bigre û hêza welatên navçeyê li Şingalê zêde nebe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin