Di 3 rojan de 60 hezar gestiyar seredana Duhokê kirin
PeyamaKurd – Rêvebirê bajara Duhokê yê tûrîzmê Xeyrî Elî Heso ragihand ku di nav 3 rojan de ji 60 hezarî zêdetir tûrîst seredana bajarê Duhokê kirine û heya 8 ê Tîrmehê wê ev jimar ji 100 hezarî derbas bibe. Aso, ragihand ku geştiyar di nava sînorê bajêr de seredana ciyên dîrokî û xwezayî dikin.
Aso, ragihandiye ku piraniya geştiyaran ji orta Iraqê û başûrê wê tên seredana Kurdistanê. Geştiyar bi xwe re hem ji bo avboriya bajêr û welat geşepêdanê dikin. Geştiyar li Akrê, Amediyê, Sêmêl, Zaxo û deverên din digerin, li Duhokê ciyê mayîna wan weka otêl û motel hatine avakirin lê divê hin yên din jî ava bikin.
Heyeta Giştî ya Tûrîzmê ya Hukumeta Herêma Kurdistanê ragihandiye ku di cejna Qurbanê de bende ne ku 300 hezar geştiyar seredana Kurdistanê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin