Di 5 rojan de 208 hezar gestiyaran serdana Kurdistanê kir

13 August 2019 17:28 0 dîtin
Di 5 rojan de 208 hezar gestiyaran serdana Kurdistanê kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di navbera rojên 8-12ê Tebaxê de, 208 hezar turîstan serdana herêma Kurdistanê kiriye.

Berdevkê Desteya Geştiyariya herêma Kurdistanê Nadîr Rustî ragihand ku di navbera 8 û 12ê Tebaxê de, bêhtirî 208 hezar kesan serdana bajar û navendên geştiyarî yên herêma Kurdistanê kirine.

Hat diyarkirin ku hejmarek zêde ya geştiyaran ji Iraqê û herêmên başûrê Iraqê hatine Kurdistanê û dê amarên Cejna Qûrbanê jî piştre were belavkirin.

Geştiyarên ku serdana Kurdistanê dikin, ji bilî danûstandina bazarê diçin deverên siruştî yên herêma Kurdistanê.

Her sal bi sed hezaran geştiyar ji Iraq û deverên din serdana bajarên herêma Kurdistanê dikin.