Di 3 rojan de 138 hezar gestiyaran serdana Hewlêrê kir

09 May 2022 20:25 0 dîtin
Di 3 rojan de 138 hezar gestiyaran serdana Hewlêrê kir

PeyamaKurd – Hejmara giştî ya geştiyariyên ku di Cejna Remezanê de serdana Hewlêrê kirin, hat eşkere kirin.

Berpirsê Turîzmê yê Hewlêrê Îsmaîl Mînaxan ragihand ku di nav 3 rojên cejna Remezanê de, zêdetirî 138 hezaran geştiyaran serdana Hewlêrê kiriye.

Berpirsê Turîzmê yê Hewlêrê da xuyakirin ku ji ber hêsankariyên hatine kirin, geştiyarên navxweyî û derveyî serdana Hewlêrê û navçeyên wê kirine ku ev hejmareke gelekî zêde ye.

Mînaxan daye zanîn ku ji bo geştiyaran li Hewlêrê zêdetirî Hezar û 700 cihên razanê hatine dabînkirin û ji bo geşteke xweş derbas bikin jî hemû hêsankarî hatine kirin.