Di balafira Tirk de bi sed kîloyan maddeyên hisbir hat girtin
PeyamaKurd – Polîsê Brezîlya di balafira Tirk de bi sed kîloyan maddeyên hişbir girt. Li ser mijarê pîlot û hostesên balafirê xistin bin çav. Hat ragihandin ko karsazekî Îspanyol ji şîrketekî ku navenda wê Îstenbole balafirê kirê kiriye û di nav de maddeyên hişbir hatiye girtin.
Piştî li balafirgeha Ribeirao Preto ya Brezîlyayê maddeyên hişbir di balafirê de hat girtin, 2 pîlot, wezîfedarê kabînê û xebatkarên teknîkî xistin binçav.
Balafir ji Riyadê çûbû Malagayê û piştî wê firiyabû Brezîlyayê. Karsazê Tirk Şehmus Özkar ê xwediyê ACM Holdingê balafirê bi kirê daye karsazekî Îspanyol û balafira wî weka TC-GVA li Tirkiyê qeydkiriye. Tîpa Gulfstream IV e. Xebatkarên balafirê tev Tirk in.
Walîzên di balafirê de ku ji aliyê polîsên Brezîlî de hatin kontrol kirin, dîtin ku di walîzan de maddeyên hişbir hene. Îspanyolê ku balafirê kirê kiriye li balafirê siwar nebûye. Balafir piştî Brezîlyayê dê biçûya Brukselê. Şîrketa ACM mijarê weha ragihand:
“Balafira me ya şîrketa ACM ê bi navê TC-GVA yê qeydkiriye û karê hewayî yê bazirganî dike. Di 4 ê tebaxê de bo ji Brezîlya ji balafirgeha Ribeirao Preto here balafirgeha Brukselê ji aliyê rêwiyekî Îspanyol de hatiye îcarkirin. Bi sedema li balafirgeha Brezilya Ribeirao Preto noqteya kontrola gumrikê tine ye, bo ji gumrikê derçûna xwe bike çûye balafirgeha Brezilya ya Fortaleza yê. Bo here balafirgeha Brukselê amadekariya xwe kiriye û di walîzên kesê ku balafirê kirê kiriye de maddeyên hişbir hatine dîtin. Bi muşterî û eşyayên wî yên taybet re ti têkiliya me û tîma me ya seferan tine ye. Kontrolkirina eşyayan bi temamî ya wezîfedarên gumrika balafirgehê ye. Piştî temamkirina pêvajoya hûqûqî, tîma me ya balafirê û balafira me dê di wexteka nêz de dagere Tirkiyê.
Nehat ragihandin bê cûreyên maddeyên hişbir çi ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin