Di çêrandina heywanan de 5 kes birîndar bûn

25 May 2021 23:42 0 dîtin
Di çêrandina heywanan de 5 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Sêwasê ya Kurdistana Bakûr li navçeya Yildizeliyê bi sedema çêrandina heywanan, di navbera du malbatan de şer û pevçûn derket û di encamê de 5 kes birîndar bûn. Pevçûn ber destê êvarê çêbû.

Di pevçûnê de kesên bi navên Ö.F.Y. (25), R.Z. (66), A.T.Z. (40), A.Z. (55) û Ş.Y. (19) bi sîlihan birîndar bûn. Birîndaran birin birin nexweşxaneyan lê ji birîndaran kesê bi navê R.Z. halê wî xetere. 2 tivingên nêçîrê ji aliyê hêzên asayîşê de hatin desteserkirin.