Di civîna Serok Barzanî û Bafil Talebanî de biryara yekhelwestiyê hat dayîn
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Pêncşemê 4ê Tebaxa 2022yan li Pîrmamê ligel Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û Qubad Talebanî civiya.
Hat ragihandin ku di civîna ku Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên jî amadehî kir de, ji bo nirxandina rewşa niha ya Iraqê û pêşhatên wê, gotûbêj û danûstandina fikr û nêrînan hat kirin.
Piştî civînê hat eşkerekirin ku di civînê de ji bo yekxistina nav mala Kurdî biryar hat dayîn û wiha hat gotin: “Kar bikin ji bo yekhelwestiya hêzên siyasî yên Kurdistanî li hember wan astengiyên ku rûbirûyî Iraq û Herêma Kurdistanê bûne û civînên ji bo vê mebestê werin berdewamkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin