Serok Mesûd Barzanî pêswazî li Bafil Talebanî kir

19 September 2022 12:02 0 dîtin
Serok Mesûd Barzanî pêswazî li Bafil Talebanî kir

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî kir.

Serok Mesûd Barzanî îro 19ê Îlona 2022an bi Serokê YNKê Bafil Talebanî re civiya û li gor zanyariyan, di civînê rewşa niha ya Iraqê, pêkanîna hikûmetê û pirsa postê Serokomarê Iraqê tên gotûbêjkirin.

Herwiha hat ragihandin ku di civîna dawî ya di navbera Serok Barzanî û Bafil Talebanî de ku roja 4ê Tebaxa 2022an bû, çend biryar ji bo yekxistina navmala Kurdî hatin dayîn:

Kar bikin ji bo yekhelwestiya hêzên siyasî yên Kurdistanî li hember wan astengiyên ku rûbirûyî Iraq û Herêma Kurdistanê bûne û civînên ji bo vê mebestê werin berdewamkirin.