Serok Mesûd Barzanî pêswazî li Balyozê Misirê kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 14ê Mijdara 2021ê pêşwazî li Balyozê Misrê yê li Iraqê Welîd Mihemed Îsmaîl kir.
Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtina ku Konsulê Misrê li Hewlêrê Wecîh Hîcazî jî tê de amade bû, ronahî hate xistin ser pêwendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Misrê.
Herwiha di civînê de tekezî li ser bihêzkirina û pêşvebirina pêwendiyên di warê kulturî, akademî û aborî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Misrê de hate kirin.
Di civînê de, şanda mêvan pesnê kultura pêkvejiyan û aramiyê li Herêma Kurdistanê da û rola dîrokî ya Serok Barzanî di xebata gelê Kurdistanê de bilind nirxand.
Guftûgokirina li ser gefên terorê û çend pirsên din ên cihê bayexdana her du aliyan, mijarên din ên civînê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin