Di dîrokê de cara yekem jineke Kurd bû namzet bo Parlemena Sûriyê
PeyamaKurd - Di dîroka Sûriyê de cara yekem e jineke Kurd xwe ji bo Parlemena Sûriyê dike namzet.
Perwîn Tirkî Îbrahîm, jineka Kurd a ji bajarê Hesekê ye. Ew ji Partiya Ciwan û Guhertinê (Hizbul Şebab Bena Weltexîr) namzeta endamê parlemena Suriyê ye. Di daxuyaniyekê da radigihîne ku, xwe ji bo Parlemena Sûriyê kiriye namzet.
Di daxuyaniyê de bal kişandiye li ser wê yekê ku, kêşeyên navxweyiyên Sûriye û aloziyên danûstandinên navdewletî û daye zanîn ji bo çareserkirina van kêşeyan pêwîstî bi fikrên cuda heye.
Her wiha soz dide dengdêran ku, heger bê hilbijartin wê dadperwer be û li ser navê wan, mafên wan têbikoşê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin