Di encama 150 êrîsên artêsê de nêzî 2 hezar sivîl hatine kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama 150 êrîşên artêşa Etiyopyayê li dijî gelê Tigrayê de, nêzî 2 hezar sivîl hatine kuştin.
Weşana Înglîz The Guardian daye xuyakirin, tîmeke Belçîka ya ji Zanîngeha Ghent ji bo komkirina nasnameya kesên li Tîgrayê hatine kuştin li herêmê bûye û wê tîmê têkildarî êrîşa ku despêka Mijadara 2020an pêk hatiye lêkolîn kiriye.
Li gorî rapora encamên ku tîmê ji malbatên qurbanî û çavkaniyên medyayê bi dest xistine, derketiye holê ku nêzî 2 hezar sivîl ji aliyê artêşa Etiyopa ve hatine kuştin.
Hat diyarkirin ku piraniya sivîlan di encama topbaran û êrîşên balafiran de mirine.
Serokê tîma lêkolînê Prof. Jan Nyssen gotiye, “Pêwiste kesên hatine kuştin neyên jibîrkirin û tawanbar werin cezakirin. Lîsteya kesên ku hatine kuştin asta giranbûna şer dide xuyakirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin