Di encama rûdaneke trafîkê de li Helebceyê 2 kesan can dan

24 October 2020 10:30 0 dîtin
Di encama rûdaneke trafîkê de li Helebceyê 2 kesan can dan

PeyamaKurd – Di encama rûdaneke trafîkê de, li bajarê Helebce yê Herêma Kurdistanê, 2 kesan can dan.

Li gor zanyariyan, do şev li ser rêya Helebce - Seyîd Sadiq, li nêzîkî gundê Qacir, wesayîtek wergeriya.

Hat destnîşankirin, di wê rûdanê de 2 kesan can dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Herwiha hat diyarkirin, ji ber ku birîna birîndaran giran bû, ew şandin nexweşxaneya Silêmaniyê.