Duhok - Mûsil | Di encama bûyereke trafîkê de çar kesan can dan

15 July 2023 13:41 0 dîtin
Duhok - Mûsil | Di encama bûyereke trafîkê de çar kesan can dan

PeyamaKurd  Di encama bûyereke trafîkê ya li ser rêya navbera parêzgehên Duhok û Mûsilê, çar kesan can dan.

Li gor zanyariyan, bûyereke trafîkê li ser rêya Baedrê – Bedrîkê ya navbera parêzgehên Duhok û Mûsilê rû da û di encamê de çar kesan can dan.

Berdevkê Hatûçûna Giştî ya Polîsê Duhokê Azad Teha bi daxuyaniyekê da zanîn, ew her çar welatiyên ku can dane, endamên malbatekê ne, du mêr, jin û zarokek in.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, bûyer di navbera otomobîleke taybet û barhilgirekê de rû daye, herwiha eşkere kir ku bûyer nakeve sînorê parêzgeha Duhokê.

Hat zanîn, her çar kesên ku di bûyerê de can dane, xelkê Rojavayê Kurdistanê ne û 7 sal bû li kampeke parêzgeha Silêmaniyê niştecî bûn.

Eyaz ku hevalê Hazim (şofêrê otomobîlê), ji K24ê re diyar kiriye, ew çar kes ji bo beşdarbûna taziyeya kesekî ku beriya Cejna Qubanê di bûyereke trafîkê de can dabû, diçûn Zaxoyê.

Herwiha Eyaz dibêje, Hazim (şofêr) ligel bav, jin û zarokekî xwe di nav otomobîlê de bûn.