Sirnex | 5 karmendên elektirîkê di encama bûyereke trafîkê de can dan
PeyamaKurd – Li navçeya Qilebanê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, 5 karmendên elektirîkê di encama bûyereke trafîkê de can dan.
Li gor çavkaniyên xwecihî, do 1ê Hezîrana 2022ê wesayeta karmendên Kompanyaya Belvakirina Elektirîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ku welatiyê bi navê Azat Dikmen diajot, li ser rêya gundê Mergehê qulibî.
Di encama bûyerê tevî şofêr, welatiyên bi navên Muhammet Mehdî Alturk (21), Nurettîn Yildiz (54), Ozcan Benek (24) û Fîkret Apaydın (29) ku her 5 jî ji navçeya Qilebanê ne bi giranî birîndar bûn.
Herwiha li ser agahdarkirina xelkê gund, tîmên tendirûstî çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê.
Li gor hat zanîn, tevî hewildanên pizîşkî her 5 birîndaran li nexweşxaneyê can dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin