Sirnex | Di encama ser de kesek hat kustin û 2 kes jî birîndar bûn

15 October 2022 14:31 0 dîtin
Sirnex | Di encama ser de kesek hat kustin û 2 kes jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Li navçeya Silopî ya ser bi parêzgeha Şirnexê du malbatan şer kirin û di encama şer de kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, li taxa Harun Boy a navçeya Silopî ya Şirnexê, di navbera du malbatên xizmên hev de ji ber nakokiyekê pevçûn derket û bû şerê bi çekan û di encama bûyerê de welatiyê bi navê Reşît Karahan can da û kurê wî û birayê wî Fehmî Karahan birîndar bûn.

Herwiha piştî agahdarkirinê, tîmên polîs û tendirustiyê gihîştin cihê bûyerê. Kuştî û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê û gumanbarê bi navê S.C hat desteserkirin.