Efrîn | Di encama teqemeniyekê de kesek hat kustin û yek jî birîndar bû
PeyamaKurd – Di encama teqemeniyekê ya li daristanên dora gundê Aqîbê, kesek hat kuştin û yek jî birîndar bû.
Li gor zanyariyên ji Afrinpostê, du şêniyên bajarokê Niblê yê gundewarê Efrînê yê rojhilat, do dema ku nêçîr li daristaneke di navbera gundê Aqîbê û Suxanekê yên navçeya Şêrawayê dikirin, teqemeniyek bi wan de teqiya ku yek ji wan rasterast hat kuştin û yek jî birîndar bû, lê heta niha nasnameya wan nehatiye zanîn.
Îstatistîkeke rêxistina mafên mirova, rewşên ji ber teqemeniyan hatine tomarkirin wiha diyar dike;
Di 2020 de 83 rewş
Di 2019 de 41 şehîd û 158 birîndar

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin