Bexda | Di encama teqîna narincokekê de herî kêm kesek hat kustin

30 May 2022 12:30 0 dîtin
Bexda | Di encama teqîna narincokekê de herî kêm kesek hat kustin

PeyamaKurd – Li bajarê Bexdayê, di encama teqîna narincokekê de, herî kêm kesek hat kuştin.

Li gor hat zanîn, polîsê Bexdayê diyar kiriye, îro danê sibê li taxa Sedir ya Bexdayê narincok di malekê de teqiya ye.

Hat ragihandin, ji ber wê teqînê kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Herwiha heta niha nayê zanîn ew narincok berê li mal de bûye yan jî hinek kesan avêtine malê.