Sûriye - Reqa | Di encama du teqînan de herî kêm 10 sivîl hatin kustin
PeyamaKurd - Li navenda bajarê Reqayê yê di bin kontrola HSDê de, bombeyek û otomobîleke bombekirî hatin teqandin. Hat ragihandin ku herî kêm 10 welatiyên sivîl hatin kuştin û navê 4 kuştiyan jî hatin belavkirin.
Navenda ragihandinê ya Encûmena Sivîl a Reqayê ragihand, ku şevê din di demjimêr 22:15ê de ku xelkê Reqayê mijûlî xweamadekirinê bûn ji bo pêşwazîkirina li cejna Remezanê, 2 teqîn li çarrêya Neîm û li nêzîkî parka Reşîd çêbûn, teqînek bi otomobîleke bombekirî û ya din jî bi rêya bombeyeke vedayî hat encamdan.
Navenda Ragihandinê ya Encûmena Sivîl eşkere kir ku hejmarek ji welatiyên sivîl birîndar bûne û tevahiya birîndaran bo nexweşxaneyên bajarê reqayê hatine veguhastin.
Çavkaniyên xwecihî jî didin xuyakirin, ku di herdu teqînan de, herî kêm 10 welatiyên sivîl hatine kuştin û nasnameya 4 kuştiyan hatiye jî eşkerekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin