Di encama êrîseke çekdarî de kesek hat kustin û kesek jî birîndar bû

23 March 2022 14:00 0 dîtin
Di encama êrîseke çekdarî de kesek hat kustin û kesek jî birîndar bû

PeyamaKurd Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, di encama êrîşeke çekdarî de, kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.

Li gor zanyariyan, li navçeya Şahinbey a ser bi Dîlokê ve, do Sêşemê 22ê Adara 2022an, bi şev kesek bi motorsîkletê çû pêş sertiraşxaneyekê û teqe lê kir. Di encama êrîşê de kesê bi navê Mehmet Demir, ku ji bo çêkirina porê xwe li sertiraşxaneyê bû û hevalê wî Muhammet Can birîndar bûn.

Herwiha her du birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyeke taybet hatin veguhestin, lê tevî midaxaleya li nexweşxaneyê Mehmet Demir can da. Termê Demir ji bo karên otopsiyê bo Saziya Pizîşkiya Dadê hat veguhestin.

Hat destnîşankirin ku kujer ji cihê bûyerê reviyaye û hîn nehatiye desteserkirin, lê hêzên polîs ji bo girtina wî ketine tevgerê. Sedema êrîşê nehatiye zanîn û têkildarî sedema bûyerê hîn tu zanyarî nehatine belavkirin û hêzên emnî derbarê mijarê de lêkolîn dane destpêkirin.