Fermandarekî hêzên YNKê di encama êrîseke çekdarî de hat kustin
PeyamaKurd – Fermandarekî hêzên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Murad Kanî Kurdayî, li navçeya Ranyayê ya ser bi Silêmaniyê ve di encama êrîşeke çekdarî de hat kuştin.
Li gor çavkaniyên xwecîhî, teqe li berpirserkî serbazî hatiye kirin û can daye û ew kes fermandarekî hêzên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Murad Kanî Kurdayî ku nêzîkî Hevserokê YNKê Lahûr Şêx Cengî ye û 2 pasewanên wî jî di otomobîlê de rastî êrîşeke çekdarî hatine.
Li gorî agahiyên berdest, di dema teqekirinê de gule li Murad Kanî Kurdayî û du pasevanên wî ketine û ew rakirine nexweşxaneyê.
Herwiha tê gotin ku Murad Kanî Kurdayî, kesekî nêzîkî Hevserokê YNKê Lahûr Şêx Cengî bûye ku ji posta xwe hate dûrxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin