Rûsya: Hêzên Ukraynayê dest bi êrîseke nû kirin
PeyamaKurd – Rayedarekî aligirê Rûsyayê li Zaporijyayê diyar kir, hêzên Ukraynayê dest bi êrîşeke nû kirine li dijî Rûsyayê û got: “Hêzên Rûsyayê beriya niha bersiva şeş êrîşên Ukraynayê li başûrê Zaporijyayê dane.”
Serokê Tevgera "Em li cem Rûsyayê ne" li Zaporijyayê Vladimir Rogov di peyamekê de li ser medyaya civakî eşkere kir: “Çekdarên artêşa Ukraynayê dest bi êrîşeke nû li dijî Zaporijyayê kir, êrîş bi bikaranîna çekên giran destpê kir, lê belê hêzên Rûsyayê bersiva êrîşê dan.”
Herwiha Vladimir Rogov çawaniya encamdana êrîşa Ukraynayê eşkere dike û diyar dike, destpêkê amadekariya teknîkî hatiye kirin, piştre dest bi veguhestina zirxpoş û hêzê bo xetên pêş kirine.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin do Înê di daxuyaniyekê de ji rojnamevanên welatê xwe re li Soçiyê da zanîn: “Em dikarin bibêjin ku êrîşa Ukraynayê destpê kiriye û belgeya wê jî bikaranîna yedega stratejîk a artêşa Ukraynayê ye, lê belê li ti cihekî negihiştine armancên xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin