Rûsya: Hêzên me li Xarkovê 4 gundan bi dest xistin

13 May 2024 09:20 0 dîtin
Rûsya: Hêzên me li Xarkovê 4 gundan bi dest xistin

PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku Yekîneyên Koma Hêzên Bakur ên artêşa Rûsyayê, li Ûkraynayê, li herêma Xarkovê gundên Gatişce, Krasnoye, Morohovets û Oleynikovo bi dest xistine.

Wezarete diyar kir ku piş bi destxistina van gundan, li herêma Xarkovê kontrol bi temamî ketiye destê artêşa Rûsyayê.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê de di derbarê çalakiyên hêzên Rûsyayê yên di Şerê Rûsya û Ûkraynayê de agahî hatin dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Yekîneyên Koma Hêzên Bakur bi pêş ve çûn û li herêma Xarkovê gundê Gatişce, Krasnoye, Morohovets û Oleynikovo rizgar kirin. Di encama şerê li vê herêmê de 4 helîkopterên şer ên tîpa "Mî-24" û "Mi-8", frokeyên şer ên tîpa "Mîg-29" û 36 frokeyên bêmirov ên hêzên hewayî yên Ûkraynayê hatine xistin."

Di daxuyaniya wezaretê de her wih adi derbarê gelemperiya şerê li Ûkraynayê de jî ev agahî hatin parvekirin:

"Ji destpêka operasyona leşkerî ya Rûsya ya li Ûkraynayê heta niha 595 froke, 274 helîkopter, 23 hezar û 987 frokeyên bêmirov, 516 sîstemên mûşekî yên parastina hewayî, 15 hezar û 992 tank û maşînên zirxî, 1290 roketavêj, 9 hezar û 526 obus û 21 hezar topên hewanê û 634 maşînên leşkerî yên taybet ên Ûkraynayê hatine rûxandin."