Rûsya: Metirsî heye Desteya Tehrîr El-Sam bi dronan êrîsî hêzên Rûsyayê bike
PeyamaKurd – Metirsî heye Desteya Tehrîr El-Şam bi dronan êrîşî hêzên Rûsyayê yên li Sûriyê bike.
Li gor Cîgirê Serokê Navenda Rûsî ya Lihevhatinê li Sûriyê Oleg Yegorov diyar kir, rapor li ber destê wan hene çekdarên Desteya Tehrîr El-Şam (HTŞ) û Partiya Tikistanî ya Îslamî plan dikin bi balafirên bê pîlot û dronên Kamikaze êrîşî Binkeya Himêmîm a Rûsî li Sûriyê bikin.
Herwiha Yegorov got, wan koman li nêzîkî gundê Xirbet El-Coz a ser bi Idlibê ve hejmarek dron amade kirine ku dikarin heta 70 kîlometreyan bifirin da ku sîstema berevaniyê ya Rûsyayê şaş bikin û êrîşî Himêmîm bikin.
Hêjayî gotinê ye, binkeya Himêmîm a Rûsî dikeve başûrê rojhilatê bajarê Laziqiyê yê Sûriyê û ji 2015an ve artêşa Rûsyayê li wir dimîne û gelek caran ketiye ber êrîşên dron û moşekî yên komên ser bi opozisyona Sûriyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin