Ukrayna: Metirsî heye ku Rûsya bi rêya Belarusê êrîseke nû pêk bîne
PeyamaKurd – Metirsî heye ku Rûsya bi rêya Belarusê êrîşeke nû li dijî Ukraynayê pêk bîne.
Li gor Berpirsê Desteya Artêşa Ukraynayê Alexey Gromov ji ajansa AFPê re diyar kiriye, tirsa wan li ser wê yekê heye ku Rûsya bi rêya axa Belarusê, ji bakurê welat ve êrîşî Ukraynayê bike.
Di berdewamiyê de Gromov eşkere kiriye: “Gotarên serbazî û siyasî yên rayedarên Rûsya û Belarusê nîşaneya wê yekê ne ku aloziyeke din dirust bikin.”
Herwiha destnîşan kiriye: “Ji bakurê Ukraynayê ve metirsî heye ku Rûsya ji wê derê ve êrîş bike.”
Alexey Gromov daye zanîn, Moskow û Minsk niha xwedî hêzeke hevbeş in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin