Olaf Scholz: Yek armanca me heye, divê Rûsya têk biçe û Ukrayna bi ser bikeve!
PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz, da xuyakirin ku divê Rûsya di şerê dijî Ukraynayê de bi ser nekeve û armanca wan jî serneketina Rûsyayê ye.
Scholz di gotara xwe ya li Meclîsa Federal a Almanyayê de, şerê Rûsyayê yê dijî Ukraynayê wekî krîza herî mezin a salên dawî ku Yekîtiya Ewropa (YE) rûbirûyî bûye nirxand û got, YE ji bo derbaskirina zehmetiyan û serketina li hember vê krîzî bi biryardarî û yekdengî tevdigere.
Scholz herwiha diyar kir ku alîkariyên leşkerî yên bo Ukraynayê wê bibin alîkar ji bo têkbirina êrîşên Rûsyayê di demeke herî kurt de û destnîşan kir: “Tenê yek armanca me hemûyan heye. Divê Rûsya di vî şerî de bi ser nekeve û Ukrayna jî serkeftinê bi dest bîne.”
Serokwezîrê Almanyayê li ser serlêdana andamtiya NATOyê ya welatên Fînlandiya û Swêd jî kêfxweşiya xwe anî ziman û got, wê bi beşdariya herdu welat a NATOyê hevpeymanî û Ewropa hîn bihêztir bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin