Rûsya berhemên ne tendurist ên Tirkiyê vedigerîne, metirsî li ser Basûr jî heye!
PeyamaKurd - Federasyona Rûsyayê herî dawî dîsa bi sedema sewze, fêkî û mirîşkên ji Tirkîyê tên, ne li gorî pîvanên tendûristiyê ne careke din bi tonan mandalîna û mirîşkên ji Tirkiyê diçûn paşde vegerandin.
Di gûmrikên Kaluga û Kaliningrad yên Federasyona Rûsyayê de, 39,5 ton mandalîna û 26 ton mirîşkên Tirkiyê bi sedema ne tendûrist in û bi zerer in paşde hatin vegerandin.
Beriya niha jî Rêxistina Navnetewî ya ji bo parastina Xwezayê Greenpeace jî bi raporekê ragihandibû ku sewze û fêkiyên ku Tirkiye difroşe derve ji sedî 15 ji wan madeyên kîmyewî tê de hatiye bikaranîn û berhemên bi jehr in.
Berhemên Tirkiyê ji çend welatên ewropî jî têne vegerandin. Hin caran wan berheman dîsa vedigerînin bazara Tirkiyê û bi rêbazên ne asayî dişînin Herêma Kurdistanê ku gelek caran ji bilî sewze û fêkiyan gelek berhemên tirkî yên ne li gorî pîvanên tenduristiyê û dema wan çûyî peyde dibin.
Her çiqas Hikûmeta Herêma Kurdistanê demên dawî ji bo berhemên ne tendurist ji deriyên hevsînorê deshilatdariya Tirkiyê nexe hûndir, kar dike jî bi rê û rêbazên cuda yên hin bazirganan, ew berhem dikevin nav bazara Başûrê Kurdistanê û dibin sedema metirsiyeke tenduristiyê li ser gelê Kurdistanê.
Herwiha bi taybet di deriyê sînorî yê Îranê Başmakê de ku di bin deshilatiya wan derdorên xiyaneta 16ê Cotmehê ya radestkirina Kerkûkê de ye jî zanyarî hene ku kelûpelên dema wan borî û berhemên ji tenduristiyê re zirar in, dikevin nav bazara Herêma Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin