Duhok | 5 kes ji malbatekê di encama bûyereke trafîkê de can dan
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li parêzgeha Duhokê, 5 kes ji malbatekê, di encama bûyereke trafîkê de can dan.
Li gor zanyariyan, li parêzgeha Duhokê li ser rêya serekî ya Şêxan- Elqoşê barhilgirek û otomobîlekê li hev du dan û di encama wê rûdanê jî de, 5 kesên endamê malbatekê can dan û 3 kes jî birîndar bûn.
Zanyarî eşkere dikin, ew her 5 kesên can dane, endamên malbateke Êzîdî ne û ji gundê Şêxkayê ne ku kesek ji wan mêr û kesek jê jin û 3 kes ji wan ji zarok bûne. Herwiha li gor şahidên bûyerê, jina koça dawî kiriye ducanî jî bûye.
Herwiha birîndar ji bo nexweşxaneya Duhokê hatine veguhestin û rewşa birîndaran jî giran e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin