Li Duhokê qezaya trafîkê çêbû, mirî û birîndar hene

17 April 2022 17:28 0 dîtin
Li Duhokê qezaya trafîkê çêbû, mirî û birîndar hene

PeyamaKurd-Li devera Kelekê ya ser bi bajarê Duhokê ve qezayeke trafîkê çêbû. Li gorî agahiyên destpêkê, kesekî canê xwe ji dest daye û birîndar jî hene.

Li gorî ragihandina Berdevkê Trafîka Duhokê Azad Taha, îro di saetên nîvrojê de li devera Kelekê û li ser rêya Kelek-Mûsilê otomobîlek û kamyonek li hev ketine. Di dewama agahiyan de hat eşkerekirin ku vê rûdana trafîkê bûye sedem ku kesek bibe qurbanî û 4 kes jî birîndar bûne.