Çemçemal | Di qezaya trafîkê kesekî can da
PeyamaKurd – Li ser rêya di navbera bajarokê Tekye û bajarokê Axçelerê de, 4 wesayît li hev qelibîn û di encamê de kesekî can da û 9 kesên din jî birîndar bûne.
Doh (12.12.2024) ragihandina rêveberiya trafîka Çemçemalê got: “Îro êvarê 4 wesayît li hev qelibîn.”
Herweha aşkera kir ku ew bûyer li ser rêya navbera bajarokê Tekye û yê Axçelerê pêk hatiye û di encamê de kesekî can daye û 9 kesên din jî birîndar bûne ku ji birîndaran 2 kes ji bo nexweşxaneyên Silêmaniyê hatine veguhestin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin