Li Diyarbekirê qezaya trafîkê: 15 jê dersdar 17 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li gorî Ajansa Nûçeyan a Amîdayê radigihîne, li Diyarbekirê 15 jê dersdar 17 kes di qezayeke bizincîr a trafîkê de birîndar bûne ku tê de maşîne, pîkabeke şîr û transîta ku dersdarên dibistanê tê de bûn, li hev qelibîne.
Li Taxa Doganliyê ya navçeya Sûrê ya Diyarbekirê transîta mamosteyan a bi plaqeya 21 AGC 159, maşîneya bi plaqeya 34 FJS 69 û pîkapeke bi plaqeya wê nayê zanîn li hev qelibîn. Di qezayê de ji ber ku her 3 wesayît li hev qelibîn, bi dehan kes birîndar bûn.
Midaxeleya ekîban li cihê qezayê ku leşker û ekîba tendiristiyê sewqî cihê qezayê kirin dewam dike.
17 kesên birîndar ku 15 jê dersdarên dibistanê bûn, piştî midaxeleya ewil a ekîbên tenduristiyê sewqî nexweşxaneyên bajêr hatine kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin