Li Diyarbekirê qezaya trafîkê: 4 kes mirin!

10 July 2018 15:11 0 dîtin
Li Diyarbekirê qezaya trafîkê: 4 kes mirin!

PeyamaKurd- Li bajarê Diyarbekirê di rêya navbera Çermûk û Erxeniyê de trempêlek û tirek li hev qelibîn. Di qezayê de ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Qeza vê sibehê li ser rêya Çermûk û Erxeniyê li taxa Yolbulanê çêbûye.

Li gorî agahiyan trempêla ku ajovanê wê Abdullah Ozçîftçî bû li tira ku Bedrî O. tajot qelibî.

Di encama qezayê de Meliha, Fatma û Umut Ozçîftçî li cihê qezayê jiyana xwe ji dest dan. Ajovan Abdullah Ozçîftçî jî giran birîndar bû.

Abdullah Ozçîftçî li nexweşxaneyê xilas nebû û wî jî jiyana xwe ji dest da.

Ajovanê tirê hate binçavkirin û di derbarê qezayê de lêpirsîn hate destpêkirin.