Li Qamislo qezaya trafîkê: 2 kes mirin, 3 jî birîndar bûn

03 January 2021 11:23 0 dîtin
Li Qamislo qezaya trafîkê: 2 kes mirin, 3 jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li ser rêya Elî Fero ya gundewarê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê qezayeke trafîkê çêbû û di encamê de 2 kes mirin û 3 jî birîndar bûn.

Hat zanîn ku qeza şevê din li ser rêya Elî Fero ya gundewarê rojavayê bajarê Qamişloyê rû daye û du wesayît li hev qelibîne.

Li gorî zanyariyan di encama qezeya trafîkê de 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

Mirî û birîndarên qezayê bo nexweşxaneyên bajarê Qamişloyê hatin veguhestin.