Li Batmanê qezaya trafîkê çêbû: 2 kesan can dan

25 March 2022 12:21 0 dîtin
Li Batmanê qezaya trafîkê çêbû: 2 kesan can dan

PeyamaKurd Li Batmanê qezaya trafîkê çêbû û di encamê de, 2 kesan can dan û kesek jî birîndar bû. 

Li gor zanyariyan, li Batmanê wesayîta bi pîleqeya 23 HK 638 li ser rêya derdorê ya Guneykentê li wesayîta ku ji aliyê din ve dihat qewimî. Di encamê de 2 kesan can dan û kesek jî birîndar bû.

Herwiha piştî qezayê, tîmên tenduristiyê, AFAD û polîs sewqî cihê bûyerê kirin. Wesayîteke ku di qezayê de agir pê ket ji aliyê tîmên agirkujiyê ve hat vemirandin. 

Cenazeyên kesên ku di qezaya trafîkê de can dan, ji bo otopsiya wan bê kirin rakirin Nexwexaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Batmanê. Tîmên tenduristiyê kesê birîndar jî ji bo dermankirinê bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê.