Li Hewlêrê li ser cadeya 120 metrî qezayeke trafîkê çêbû: 2 kesan can can
PeyamaKurd – Li Hewlêrê li ser cadeya 120 metrî qezayeke trafîkê çêbû û di encamê de kesan can dan.
Berdevkê Polîsê Trafîkê yê Hewlêrê diyar kir, di qezaya trafîkê de 2 kesan can dan û kesek jî bi giranî birîndar bû.
Li gor zanyariyan, îro Çarşemê 19ê Cotmeha 2022an otomobîla Hyundai û teksiya Nissan Sunny li hev qelibîn. Berdevkê Polîsê Trafîkê yê Hewlêrê Fazil Hacî da zanîn, di encama lêkolînan de derketiye holê ku Hyundai ji ber leza zêde kontrola xwe ji dest daye û derbasî aliyê hember bûye û li wir li taksiyê qelibiye.
Herwiha Berdevkê Polîsê Trafîkê yê Hewlêrê Fazil Hacî eşkere kir, her du kesên can dane û yê birîndar jî di taksiyê de bûne.
Di berdewamiyê de Fazil Hacî got, di lêkolînan de derketiye ku şofêrê Hyundai di bin bandora madeyeke serxweşker de bûye û ji ser hişê xwe çûye û qeza kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin